Kanûn 24, 2021 13:54 Asia/Tehran
  • Li Malezyayê ji ber lehiyê hejmara kesên cane xwe ji dest dane geheşt 37 kesan

Li Malezyayê ji ber barîna baranên tund lehî rabûn û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihêşt 37 kesan û 10 kes jî hîn winda ne.

Li gor daxuyaniya polîs di lehiyê de hejmara kesên canê xwe ji dest dane ji 27 kesan gihêştiye 37 kesan û 10 kes jî hîn winda ne.

Ji ber lehiyê 18 hezar û 80 malan de 68 hezar û 341 kesên ku jiyan dikirin ji cîhên xwe bûne û eyaletên Perak, Kuala Lumpur, Selangor, Negrî Sembilan, Melaka, Pahang û Kelantan herî zêde ji lehiyê bi bandor bûne. Li gor daxuyaniya polîs ji ber karesatê 120 rê li eyaleta Pahang û bi giştî jî 137 rê ji trafîkê re hatine daxistin.

Herwaha 23 herêmên ku nêzîkî av û çeman in asta avê bilinde û hat ragehandin eger barîna baranê berdewam bike dibe ku av dîsa bilind bibe û lehî rabin. Li gor daxuyaniya polîs xebatên lêgerîn û rizgar kirin û derxistinê berdewam dike û li herêmên lehî lê rabûne dizî jî heye. Bi giştî 7 bûyerên diziyê hatine ragihandin û diz hatine binçav kirin.

Serepeyv