Kanûn 24, 2021 12:46 Asia/Tehran
  • Li Fîlîpînê ji ber bahoza kujer zêdeyî 300 kes mirin

Çavkaniyên Fîlîpînî jimara miriyên ji ber bahoza dawî ya li vî welatî 326 kes dan zanînê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, çavkaniyên Fîlîpînî ragihandin ku ji ber bahozê  326 kes  jiyana xwe ji dest dane, 661 kes birîndar bûne û 58 kes jî winda bûne.

Li gorî vê raporê, bahoza Raî yek ji bahozên herî kujer bû li welêt.

Bahoza Raî di 16ê Kanûnê de bi leza 195 kîlometr di saetekê de herêmên berfireh ên Fîlîpînê xist ber xwe.

Serepeyv