Li Minnesota meytên heft kesan hatin dîtin
Kanûn 20, 2021 21:04 Asia/Tehran
Li eyaleta Minnesota ya li rojavayê Amerîkayê di malekê da meytên 7 kesan hat dîtin.
CNN îro Duşemê ragihand ku polîsên Amerîkayê meytên çar mirovên mezin û sê zarokan li xaniyekê li bajarê Morehead yê Minnesota dîtin.
Têkiliya di navbera van 7 qurbaniyan de hîn ne diyar e û polîs li ser sedema mirina wan lêkolînan dike.
Di vê malê de tu şopên mirovên êrîşkar û tundrew nekete ber çavan.
Meytên her 7 kesan ji bo tespîtkirina sedema mirinê rakirin tiba edlî ya li herêmê.
Polîs ragihand ku lêkolîn berdewam e û dê di demek nêzîk de nasnama qurbaniyan were eşkerekirin.