Kanûn 19, 2021 15:30 Asia/Tehran
  •  Li Barcelonayê xwepêşandana ji bo zimanê Katalonî hat lidarxistin

Li Barcelona ya paytexta Herêma Katalonyayê ya Spanyayê bi hezaran xwepêşanderan daxwaz kirin ku zimanê Spanî têkilî zimanê sîstema fermî ya xwendinê di dibistanan de neyê kirin ku ew sîstem bi zimanê Katalonî ye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Xwepêşanderan dirûşm û pankart berz kirine, li ser yek ji wan pankartan “Na bo birîna ziman” hatibû nivîsîn.

Ev xwepêşandana xelkê Katalonya piştî tomarkirina giliya ji malbata zarokeke 5 salî li bajarokê Kant Dê Mar yê Katalonya tê ku daxwazkirin ji sedî 25ê bernameya xwendinê li wê herêmê bi zimanê Spanî be. Tişta Katalonî aciz kirine ew e ku daxwaza wê malbatê ji aliyê dadgehê ve hatiye qebûlkirin

Olga Oarênî, Welatiya Katalonî, dibêje, “Em di wê bawerê de ne, ku rewşeke ne asayî di dibistanan de derbas dibe. Em wek kesên ku bi Katalonî diaxivin, her demekê di wê jîngeha têde dijîn, bi Katalonî diaxivin. Me qet Spanî fêrî zarokên xwe nekiriye. Piştre bi Îspaniyeke bê kêmasî diaxivin, lewra pêwîst nake bi demjimirên zêde di dibistanan de, fêr bibin. Ji bo me baştir e ku bernameya xwendinê wek xwe bimîne û demê zêdetir bi zimanê Spanî xerc nekin.”
 

Serepeyv