Di encama bombebarana artêşa Etiyopyayê de 28 kes mirin
Medyaya Etiyopyayê ji zarê çekdarên Eniya Rizgarkirina Tîgrayê ragihand, artêşa Etiyopyayê êrîşeke asmanî li ser bajarekî li bakurê wî welatî pêk anî û di encamê de 28 kes hatin kuştin û 76 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora IRNA`yê; Berdevkê Eniya Rizgarkirina Tîgrayê roja Pêncşemê got ku di encama bombebarana artêşa Etiyopyayê ya li ser bazarek li bajarê Alamata de 28 kes hatin kuştin û 76 kesên din jî birîndar bûn.
Di vê barê de zanyarên zêde nehatine ragihandin.
Şer û pevçûnên li Tîgray, ku di Mijdara 2020-an de dest pê kir, ew şerana dîsa ji Hezîrana borî ve ji nû ve hatin destpêkirin.
Di Mijdara 2020-an de, piştî ku Eniya Rizgariya Tîgrayê bi êrişkirina ser hêzên Etiyopyayê tawanbar kir, hikûmeta vî welatî fermana êrîşa ser herêma Tîgrayê li bakurê Etiyopyayê da.
Ji ber şer û pevçûnên li bakurê Etiyopyayê heta niha nêzî du mîlyon kes koçber bûne û 400,000 kes jî birçî mane.
Di mehên dawî de, navbeynkariya saziyên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Afrîqayê ji bo çareserkirina krîzê ji aliyê her du aliyan ve nehat qebûlkirin.