Kanûn 16, 2021 09:26 Asia/Tehran
  • Li Hindîstanê otobûsa rêwiyan qulibî û ket golê: 9 kes mirin, 22 kes birîndar bûn

Li Hindîstanê otobûsa ku 47 rêwî têde bûn qulibî û kete golê û herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.

Li eyaleta Andhra Pradesh a Hindîstanê otobûsa ku 47 rêwî têdebûn ji rê derket û ket golê. Tîmên polîs ragehandin, di bûyerê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 22 kes jî birîndar bûne.

Fermanberekî li navenda kontrola polîs derbarê bûyerê de ragehand, li hember wê otobûsê kamyonekî barhelgir dihat û ajokarê otobûsê xwest ji wê bireve. Di wê demê de kontrola otobûsê winda kir û otobûs ket golê.

Piştî bûyerê gelek tîmên polîs ji cîhê bûyerê re hatin veguhestin û xebatên lêgerînê hatin destpê kirin.

Li Hindîstanê ji ber piraniya rêyan xirabin, gelek bûyerên trafîkê pêktên.

Serepeyv