Kanûn 05, 2021 20:18 Asia/Tehran
  • Ji ber qulibîna otobûsekê nav çemekê li Kenyayê 23 kes mirin

Li başûrê rojhilatê Kenyayê, 200 kîlometr dûrî paytexta vî welatî Nairobiyê, otobûseke dawetê ketiye çem û 23 kesên tê de jiyana xwe ji dest dan.

Li Kenyayê otobûsa ku diçû dawetê, xwest ji pireke ku di bin ava çem de mayî derbas bibe û ajokar kontrol ji dest da. Piştre otobûsa di bin avê de ma qulibî û 23 kesên di otobûsê de jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî hatin rizgar kirin.

Fermandeyê Polîsan yê şaristana Kitui ragihand ku lêgerîn ji bo peydakirina meytên qurbaniyên din ji îro sibehê dest pê kir.

Li gor daxuyaniya rayedaran di bûyerê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî hatine rizgar kirin. Lê nayê zanîn di otobûsê de bi temamî çend rêwî hebûne.

Ji aliyê din ve dema binav bûna otobûsê bi rêya kamerayên telefonan ve hate tomar kirin.

Serepeyv