Mijdar 27, 2021 12:06 Asia/Tehran
  • Li Meksîkayê Otobûsa rêwiyan li şaredariyê ket di encamê de 19 kes mirin û 20 birîndar bûn

Li Meksîkayê otobûsa rêwiyan ku frenê wê negirt li avahiya şaredariya Joquicingo ket. Di bûyerê de bi şofêrê otobûsê ve 19 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Bûyer îro li bajarê Joquicingo yê eyaleta Meksîkayê qewimî. Piştî bûyerê tîmên alîkariya bilez û tîmên Xaça Sor bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndarên ku piraniya wan jin û zarok bûn bi ambûlansan bo nexweşxanên derdorê hatin veguhestin.

Waliyê Eyaleta Meksîkayê Alfredo del Mazo da zanîn ku otobûs li şaredariya bajarê Joquicingo qelibiye û got: “Mixabin çend kesan canê xwe ji dest dane û çend kesên din jî birîndar in. Me ferman daye aliyên peywendîdar ku bi bûyerê ve eleqedar bin.”

Cîgirê Waliyê Meksîkayê Ricardo de la Cruz jî dibêje, rewşa tendirûstî ya hinek birîndaran giran e. Li gor berpirsên eyaletê, di bûyerê de ligel şofêrê otobûsê 19 kesan canê xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên hatine belavkirin otobûs ji wilayeta Michoacn ketiye rê û dê rêwingiyên wê serdana Kilîseya Chalma ya li eyaleta Meksîkayê bikirana.

Serepeyv