Mijdar 22, 2021 20:31 Asia/Tehran
  • Rûsya bang li NATO kir ku çekan nede Ukraynayê

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov bang li dewletên NATO`yê kir ku çekan nedin Ukraynayê û tevgerên xwe yên provokatîf ên li ser sînor rawastîne.

Nûnerê Koşka Kremlînê Dmitry Peskov destnîşan kir ku divê NATO ji bo çareserî gavan rake.

Dmitriy Peskov diyar kir ku divê NATO tevgerên xwe yên provokatîf ên li nêzîkî sînorên Rûsyayê rawestînê û divê NATO binesaziya xwe ya siyasî û leşkerî li nêzî Rûsyayê bide sekinandin.

Li aliyekî din serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson çarşemê got heke Rûsya li ser sînorên Ukrayna û Polonyayê tiştekî bike, dê şaştiyeke trajedîk bibe.

Ukrayna û hevalbendên wê yên rojavayî Rûsyayê tawanbar dikin ku çek û cebilxane bi riya sînoran şandine. Lê Moskov vê yekê red dike.

Serepeyv