Nêçîrvana Şevê, helîkoptera êrîşker a Rûsiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330199-nêçîrvana_Şevê_helîkoptera_êrîşker_a_rûsiyê
Rûsiyê li nîşangeha asimanî ya Dubeyê Helîkoptera êrîşker a birojkirî ya Mi-28NE'ya xwe ku wek Nêçîrvana Şevê tê naskirin, da nimandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2021 08:38 Asia/Tehran
  • Nêçîrvana Şevê, helîkoptera êrîşker a Rûsiyê

Rûsiyê li nîşangeha asimanî ya Dubeyê Helîkoptera êrîşker a birojkirî ya Mi-28NE'ya xwe ku wek Nêçîrvana Şevê tê naskirin, da nimandin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Helîkoptera êrîşker a birojkirî ya Mi-28NE'ya Rûsiyê di firrîna xwe ya nimayîşî ya vê dawiyê li pêşangeha asimanî ya Dubeyê ku di hewayekî germ û li peravên Kendava Farsê da pêk hat, hêz û şiyana xwe nîşan da.

 

Helîkoptera êrîşker a birojkirî ya Mi-28NE ji bo jinavbirina armancên asimanî, tank û erebeyên zirêpûş hatiye çêkirin û ji bo operasiyona naskirin û geştên asimanî jî dikare were bikaranîn.

Ev helîkopter pergalkirî bi reşaşeyeke 30 mîlîmitrî, sê cûre mûşekên dijetank bi biraa 6 û 10 kîlomitr, mûşekên asiman bi asiman, du cûre roket û bombeya asimanî bi giraniya 500 kîlogram e.