Mijdar 21, 2021 11:50 Asia/Tehran
  • Li Hindustanê ji ber lehiyê avahiyek hilweşiya: 17 kes mirin

Li eyaleta Andra Pradeş a li başûrê Hindustanê ji ber baranên tund lehî rabû û ji ber wê lehiyê avahiyek hilweşiya û herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. li bajarê Kadapa yÊ herî zêde ji ber lehiyê ziyan dîtiye, balefirgeh heta 25ê Mijdarê dê daxistî bimîne.

Li eyaleta Andra Pradeş a Hindustanê ji roja 18ê Mijdarê ve baranên tund dibarin û herî kêm li 5 navçeyan bû sedemê rabûna lehiyan.  

Li gor daxuyaniya rayedarên Polîs jî, ji ber hilweşîna avahiyekî herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî hîn winda ne.

Hat ragehandin 10 kesên di bin xirbeyan de mabûn hatine rizgar kirin.

Hat ragehandin bajarê herî zêde ji ber lehiyê ziyan dîtiye, Kadapa ye û heta 25ê Mijdarê balefirgeha wî bajarî dê daxistî bimîne.

Serepeyv