Balafireke F-35 a Brîtanyayê li Deryaya Navîn kete xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330114-balafireke_f_35_a_brîtanyayê_li_deryaya_navîn_kete_xwarê
Balafireke cengî ya pêşketî ya Brîtanyayê ya ji corê F-35 li Deryaya Navîn(Spî) kete xwarê û li gor Wezareta Berevaniya Brîtanyayê, pîlot bi awayekî serketî xwe ji firokeyê avêtiye û tendirust e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 18, 2021 11:12 Asia/Tehran
  • Balafireke F-35 a Brîtanyayê li Deryaya Navîn kete xwarê

Balafireke cengî ya pêşketî ya Brîtanyayê ya ji corê F-35 li Deryaya Navîn(Spî) kete xwarê û li gor Wezareta Berevaniya Brîtanyayê, pîlot bi awayekî serketî xwe ji firokeyê avêtiye û tendirust e.

Wezareta Berevaniya Brîtanyayê roja Çarşemê 17ê Mijdara 2021an di daxuyaniyekê de ragihandiye, Balafireke wan a ji corê F-35 heman rojê ji ser keştiya balafirhilgir a HMS Queen Elizabeth li cihekî nediyar li Deryaya Navîn ketiye xwarê.

Li gor daxuyaniya wezaretê, pîlotê Brîtanî kariye xwe rizgar bike û bi selametî xwe avêtiye xwarê û vegeriyaye keştiyê.

Derbarê bûyerê de jî lêkolîn hatiye destpêkirin.

Bihayê her firokeyeke F-35 a Amerîkî ku bi tenê di destê hinek welatan de heye, 135 milyon dolar e û bihayê keştiya firokehilgir a HMS Queen Elizabeth jî derdora 4 milyar dolar e.

Ev balafira ketiye xwarê, di 6 mehên bihorî de di yekemîn xûla operasyonên xwe de bûye û serdana 40 welatan kiribû û di nav de jî Hindistan, Japon, Koreya Başûr û Sengapor.

Cara yekemîn di sala 2018an de yekemîn firokeya F-35 ketibû xwarê, ku firokeya hêza deryayî ya Amerîkayê bû û li Karolînaya Başûr ketibû xwarê.

Paşê di Nîsana 2019an de firokeyeke F-35A a Japonê li nav Deryaya Hêmin li bakurê Japonê ketibû xwarê û di wê bûyerê de pîlot jiyana xwe ji dest da.