Mijdar 17, 2021 13:08 Asia/Tehran
  • Li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê pevçûn: 15 leşker hatin kuştin

Di şer û pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan-Ermenîstanê de ku herî kêm 15 leşkerên Ermenî hatin kuştin, agirbest hat ragihandin.

Rageşiyê li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê duh dîsa zêde bû.

Li gor nûçeya Ajansa Interfax a Rûsî Parlamenta Ermenistanê ragihand ku di şer de 15 leşkerên Ermenî hatine kuştim. Herwiha di daxuyaniya berê ya Erîvanê de hatibû diyarkirin ku 4 leşkerên Ermenî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve, li gor ajansa Tass a Rûsî, rêveberiya Êrîvanê ji bo parastina serweriya axa xwe li hember Azerbaycanê, alîkarî ji Moskowê xwest. Ajansê ragihand ku şer û pevçûnên dijwar li ser sînorê di navbera hêzên komara Azerbaycan û Ermenistanê de berdewam dikin.

Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê jî ragihand ku li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê ku şer û pevçûn lê qewimîn, rageşî didome û rewş di bin kontrola artêşa wî welatî de ye.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê Anar Eyvazli, îdia kir ku “artêşa Ermenîstanê ev demek e li ser sînor li ser xeta Laçîn û Kelbacerê çalakiyên provokatîf pêk tîne û Wezaretên berevaniyê yên Rûsya û Ermenistanê jî ragihandin ku pevçûnên li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê ku leşkerên Ermenî lê hatibûn kuştin, rawestiyane. Rêveberiya Êrîvanê ku ragihandî bû 12 leşkerên wan dîl hatine girtin, ji Rûsyayê alîkarî xwestibû.

Hat ragihandin ku agirbest piştî hevdîtinên Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şorgu bi aliyan re pêk hat.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî diyar kir ku ew ji ber şerê di navbera Ermenistan û komara Azerbeycanê de bi fikar in û ragihand ku wan ji bo kêmkirina rageşiyê bangî herdu aliyan kir.

Serepeyv