Li Vîrcînyaya Amerîkayê ji ber gulereşandinekê 4 hatin kuştin û birîndar bûn
Tesrîn 14, 2021 18:13 Asia/Tehran
Li Riçmondê di encama gullereşandina li dikanekê de 2 kes mirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî ajansa Associated Press, polîsê bajarê Riçmondê li eyaleta Vircînyayê ragihand, goriyên vê bûyera gullereşandinê rakirin nexweşxaneyeke herêmî, lê 2 xortên 9 û 14 salî mirin.
Her du kesên ku birîndar bûne jî rewşa wan pir xirab nîne.
Serokê Polîs Gerald Smith roja Şemiyê di konfêranseke rojnamevanî de got, "Kiryarên wiha li Riçmond nayên tehemulkirin."
Polîs mijûlî hilkolandina kamerayên hatî danîn li navçê ye.