Li Peru serok şaredarek û hevjîna wî di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330000-li_peru_serok_şaredarek_û_hevjîna_wî_di_êrîşeke_çekdarî_de_hatin_kuştin
Li welatê Amerîka ya Başûr Peruyê serok şaredar û hevjîna wî rastî êrîşeke çekdarî hatin û jiyana xwe ji dest dan. derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 13, 2021 13:24 Asia/Tehran
  • Li Peru serok şaredarek û hevjîna wî di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin

Li welatê Amerîka ya Başûr Peruyê serok şaredar û hevjîna wî rastî êrîşeke çekdarî hatin û jiyana xwe ji dest dan. derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê kir.

Serok Şaredarê bajarê Ayacucho, piştî beşdarî merasîma firoşgehekî vedigeriya di rê de rastî êrîşeke çekdarî ya kesên nenas hat.

Rayedaran ragehand, di êrîşê de serokê şaredariyê û hevjîna wî jiyana xwe ji dest dane û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Serok Dewleta Peru Pedro Castillo jî êrîş şermezar kir û ji malbatê re sersaxî xwest.

Derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn destpê kir.