Mijdar 10, 2021 09:44 Asia/Tehran
  • Li seranserî cihanê jimara pêketîyên Koronayê 250 mîlyonî derbas kiriye

Heya saetên dawiyê yên şev û roja borî jimara pêketîyên vîrusa korona ji 250 mîlyonî borî. Agahîyên dawî yên ser vîrusa korona raber dikin ku li cîhanê pirtir ji 5 mîlyon kes bi vîrusa korona mirine. 

Karbidestên saxlemîyê dibêjin jiber cureya Delta ya ku di demên dawî de berbelav bûye di her 90 rojî (3 mehan) de 50 mîlyon pêketinên nû têne tomar kirin.

Di destpêka pandemîyê de heta salekê 50 mîlyon pêketin çêbûbûn.

Bi saya bikaranîna vaksînê di sê mehên dawî de li gor demên borî pêketin 36 ji sedê kêm bûne.

Li gor berpirsên saxlemîyê her çiqas bi karanîna vaksînan rêjeya pêketinan daketibe jî mehên zivistanên fikarên ser pêketinên nû çêdikin. Ji Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Maria Van Kerkhova ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku dibe ew di dawîya sala 2022’yan re pandemîyê kontrol bikin.

Ji nav welatên cîhanê herî zêde li Rûsya, Ukrayna û Yunanistanê pêketinên nû têne tomar kirin. Pisporên pandemîyê dibêjin ku li rojhilata Ewrupayê rêjeya bikaranîna vaksînê pir kêm e û jiber wê pêketin zêde dibin.

Rûysa jiber pêketin û mirinên zêde yên ji vîrusa korona jinûve sînordarkirinan radigihîne.

Vîrusa korona li seranserê cîhanê belav bûye, lê hemî welat nikarin vaksînan bi dest bixin. agahîyên fermî didin zanîn ku hîn jî pirtir ji nîvê nifûsa cîhanê dozeke vaksînê li xwe nedaye ku ew rewiş pirtir jiber welatên xizan çêdibe.

Rêberên cîhanê bo vaksîn bi awayekî wekhev werin belav kirin daxuyanîyan didin û kempeyna li dar dikevin, lê hîn ti encama berçav çênebûye.

WHO û hin saziyên din yên alîkarîyê ji welatên G-20, 23,4 mîlyar dolar alîkarî xwestin ku ew di 12 mehên pêş de ji welatên feqîr re derman, vaksîn û testan bistîne.

Serepeyv