Mijdar 09, 2021 23:24 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Li cîhanê 45 milyon kes bi xelayê re rû bi rû ne

Bernama Xurekê ya Cîhanê ya NY`yê hişyarî da ku hejmara kesên li ber xelayê li 43 welatan gihaşt 45 milyon kesî ku îsal 3 milyon kes lê zêde bûne û birçîbûneke zêde li tevahî cîhanê heye.

Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ya Netewetên Yekbûyî (NY) îro ragihand ku hejmara kesên li ber xelayê li 43 dewletan bû 45 milyon û rêjeya birçîbûnê li tevahiya cîhanê bilind bûye.

WFP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku îsal 3 milyon kesên din li Efganistanê bi xelayê re rû bi rû mane.

Gerînendeyê WFP’ê David Beasley ragihand ku şer, guherîna avhewayê û her wiha vîrusa Koronayê hejmara kesên birçî dimînin, zêde dike. Beasley destnîşan kir ku buhayên sotemeniyê, xwarin û semadê bilind dibe. Ev jî dibe sedema aloziyên nû, wekî aloziya ku niha li Efganistanê, her wiha rewşên awarte yên li Yemen û Sûriyê.

David Beasley piştrast kir ku malbatên di şert û mercên birçîbûnê de dijîn, neçar dimînin zarokên xwe bizewicinîn an jî wan ji dibistanan derxin.

Her wiha hate ragihandin ku rêjeya birçîbûnê li Etiyopya, Somalî, Angola, Kenya û Burundiyê zêde bûye.

Serepeyv