Mijdar 09, 2021 15:11 Asia/Tehran
  • Li Hindîstanê di nexwaşxanekê de şewat derket: 4 zarokan canê xwe ji dest dan

Li Hindîstanê di nexwaşxaneke zarokan de şewat derket û 4 pitikên nû ji dayîkbûyî jiyana xwe ji dest dan.

Serwezîrê eyaleta Madya Pradeş a Hindîstanê Shivraj Singh Chauhan ragehand, li nexwaşxana Kamla Nehru ya zarokan de ya li bajarê Bhopalê şewat derketiye.

Rayedaran rageyand, ji 40 zarokên li nexwaşxanê, 4 pitikên nû ji dayîk bûyî jiyana xwe ji dest dane û 36 zarok jî hatine rizgar kirin.

Heta naha sedemên şewatê diyar nebûye, lê tê pêşbînî kirin ji ber pirsgirêka di elektrîkê de heyî şewat derketiye.

Serepeyv