Mayk Pêns: Komarîxwaz dê di Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê ya 2024an bi ser kevin
Tesrîn 08, 2021 08:21 Asia/Tehran
Alîkarê serokomarê berê yê Amerîkayê tevî rexneya tund ji dewleta Joe Biden dilniyayî da ku partiya Komarîxwazan dê li Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê ya 2024an careke din desthilatê bi dest bixe.
Li gorî rapora Fars Newsê, Mayk Pêns, Alîkarê serokomarê berê yê Amerîkayê di axaftina xwe li Komcivîna salane ya rêberên hevpeymaniya cihûyên Komarîxwaz, ji siyasetên din ên dewleta Waşîngton bi taybet derheqê Israîlê rexne kir û destnîşan kir ku Amerîkaya di bin rêbertiya Biden da, miletekî qeyranlêketî ye.
Gotinên Mayk Pêns dikare wek nîşaneyek derbarê ihtimala namzetiya wî di Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê ya 2024an da be.