Mijdar 06, 2021 21:57 Asia/Tehran
  •  Li Efganistanê cenazeyê 4 jinan hatin dîtin

li Efganistana bin destê koma Talibanê, di demeke ku binpêkirinên li dijî jinan didomin û rola wê bi temamî di jiyana giştî de hatiye dûrxistin, li Mezar Şerîf cenazeyên 4 jinên efgan hatin dîtin.

Berdevkê wezareta karên hundirîn Qarî Seyid Xostî got, piştî cenazeyên 4 jinan di hundirê malekê li herêma polîsan a 5`emîn hatin dîtin, 2 kesên ku guman li ser wan hebûn hatin girtin.

Her wiha berdevkê wezaretê got, her du kesên ku hatin girtin di lêpirsîna destpêkê de gotin ku wan ji jinan xwestine ku werin wê malê. Derbarê dozê de lêpirsîn didome û doz rakirine dadgehê.

Xostî nasnama jinên hatine kuştin eşkere nekir, lê çavkaniyekî ji goristana Şerîf ji AFP re eşkere kir ku çalakvaneke parazvanên mafên jinan di nava jinên hatine kuştin de ye û malbata wê red kir ku ji dezgehên çapemeniyê re biaxivin.

Di raporeke BBC de li gorî çavkaniyên ji civaka sivîl hate ragihandin, her 4 jin hevalên hev in û dixwestin bi rêya balafirgeha Mezar Şerîf ji welat derkevin.

Serepeyv