Mijdar 06, 2021 16:25 Asia/Tehran
  • Li Meksîkayê êrîşeke çekdarî li hember karwanê polîs pêkhat û 3 polîs hatin kuştin

Li Meksîkayê li hember karwanê otomobîlên polîs êrîşek çekdarî pêkhat û di êrîşê de 3 polîs hatin kuştin, 6 polîs jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya di çapemeniya Meksîkayê de cîh girtiye, karwanê otomobîlên polîs ên ji navçeya Texcaltitlan vedigeriya rastî êrîşeke çekdarî hatiye.

Hat ragehandin di êrîşa ku bi çekan pêkhatiye de 3 polîsan li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest dane, 6 polîs jî birîndar bûne.

Piştî bûyerê êrîşkar ji cîhê bûyerê reviyane û birîndar ji nexwaşxanên derdorê re hatine şandin.

Li gor daxuyaniya dozgeriya eyaletê hêzeke mezin ber bi cîhê bûyerê ve çûye.

Tê pêşbînî kirin êrîş ji aliyê hêzên mafyayî ve pêkhatibe.

Li Meksîkayê ji sala 2006ê heta niha di navbera hêzên ewlehiyê û grubên mafyayî yên mezin de pevçûn çêdibin û heta naha zêdetirî 300 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv