Mijdar 05, 2021 22:44 Asia/Tehran
  • Rûsyayê rojnamevanê Holandî dersînor kir

Rûsya biryar da ku rojnamevanekî din dersînor bike. Li gor biryarê, vîzeya rojnamevanê ji Holanda, Tom Vennink hat betal kirin.

Bi vî awayî, Rûsya ji Tebaxê vir ve du rojnamevanên rojavayî dersînor kirin.

Karbidestên Rûsya dibêjin ku vîzeya Vennink yê bo rojnameya Volkskrant dixebite jiber ‘’binpêkirina rêvebirîyê’’ hatiye betal kirin û ji roja duşema borî ve 3 roj derfet dabû wî ku heya 3 rojan ji Rûsyayê derkeve. Ew heta serê sala 2025’an nikare cardin vegere Rûsyayê.

Vennink di sala 2019’an de jiber ku cîhê xwe yê rûniştinê dîyar nekiribû û di sala 2020’an de jî jiber ku bê destûr dîmen girtibûn cezaya pereyan sitandibû.

Rûsyayê îsal di meha Tebaxê de nûçegîhana BBC ya Brîtanî, Sarah Rainsford dersînor kiribû. Berpirsên Rûs dibêjin ku vîzeya Vennink nehatiye nû kirin û ji roja duşemiya borî ji wî hatiye xwestin ku heta 3 rojan ji welêt derkeve.

Wezareta Karên Derve ya Hollandayê di berteka vê biryara Rûsyayê diyar kir: "Hollanda qabûl nake ku rojnamevanek terseyê vîna xwe wer dersînorkirin."

Vennink dibêje: Rûsyayê sedemên dersînorkirina wî ne eşkerekirina navnîşana xwe ya di sala 2019an de û çûna parêzgehek Rûsyayê bêyî destûr di sala 2020an daye zanîn.

Serepeyv