Mijdar 05, 2021 08:54 Asia/Tehran
  •  Serokê Meksîkayê têkildarî Cop 26 got: Êdî bes e durûtî û xapandin

Serokê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador civîna Cop 26 rexne kir û got: "Civîn ji bo parastina hawîrdorê ye, lê hêzên herî mezin ên cîhanê lê dicivin ku hilberandina petrolê zêde bikin, êdî bes e durûtî û xapandin."

Serokê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador civîna avhewayê ya Cop 26 bi komxebata aborî ya cîhanê ya li Davosê li dar ketiye şiband û got: “Gelo civînên Davos, teknokrat û lîbralên nû tên bîra we ku li otelekê li Siwîsrayê her sal li dar dikeve û tê de pisporên warê aborî û siyastê yên cîhanê kom dibin.”

Serokê Meksîkayê got li Glasgow hêzên cîhanê yên herî mezin kom dibin ku hilberandina petrolê zêde bikin ruxmî ku ev civîn ji bo parastina hawîrdorê li dar dikevin û wiha domand: “Êdî bes e durûtî. Divê em şerê newekheviyê bikin ku ez ê di serdana xwe ya li Neteweyên Yekbûyî de behsa wê bikim.”

Lopez Obrador wiha berdewam kir: “Heke em dixwazin hawîrdorê biparêzin divê em biryaran bigirin û kar bikin, ne tenê daxuyaniyan bidin.”

Serepeyv