Di Cejna Halloween de li Amerîkayê 12 kes hatin kuştin
Tesrîn 02, 2021 05:27 Asia/Tehran
Ji eyaleta Kalîfornya(California) heta eyaleta Florîdayê, li cihên cuda cuda yên Amerîkayê di pîrozbahiyên Cejna Halûwîn (Halloween) de 12 kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.
Li gor malperên CNN û Arşîva Tundiya Çekdarî ku li ser bûyerên çekdarî yên li Amerîkayê zanyariyan belav dike ragihand; ji eyaleta Kalîfornya heta eyaleta Florîdayê, li cihên cuda cuda yên Amerîkayê di pîrozbahiyên Cejna Halloween de êrîşên çekdarî rûdan û di encama êrîşan de 12 kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.
Van malperan herwiha ragihandine ku di sala 2021ê de li seranserê Amerîkayê 599 êrîşên bi vî rengî yên çekdarî rûdane û ev hejmar di sala 2020an de 611, di sala 2019an de jî 417 bû.
Serepeyv