Cotmeh 29, 2021 13:22 Asia/Tehran
  • Mark Zuckerberg: Navê Facebookê dibe Meta

Damezrêner û Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Facebookê Mark Zuckerberg duh ragihand ku navê kompanya Facebookê wek Meta hatiye guhertin, lê tora civakî bi navê Facebookê dimîne.

Meta peyvek e ku ji “çîrokên xeyalî” hatiye wergirtin, lê heyamek e ev peyv bo amajedana bi xizmetguzariyên teknolojîk tê bikaranîn, bi taybetî li wîlayeta California ya Amerîkayê.

Herwiha Meta peyveke Yewnanî ye ku tê wateya wêdetir û giştgir.

Li gor biryara nû, kompanya Facebookê navê xwe wek Meta diguhere, lê ev tora civakî ku bi vî navî heye wek xwe dimîne.

Ev biryar di demekê de ye ku çend hefte ne givaşeke zêde li ser kompaniya Facebookê çêbûye ku ev jî ji ber dizîna bi hezaran dokumentên ku amaje bi wê dikin, Facebook agahdarê gelek ji wan tiştan e ku li welatên ciyawaz ên cîhanê perçebûna civakê zêdetir kirine û hetta kar ji bo rêgirîkirina wan zanyariyan nekiriye ku alîkar bûn bo êrişa roja 6ê Kanûna Yekem a îsal li ser Kongresa Amerîkayê.

Belavbûna wan dokumentan bûye sedema nerazîbûna hikûmetên hejmareke zêde ya welatan û berpirsên wan welatan dibêjin, ew dê yasayên nû ji bo rêkxistina karên vê kompaniyê derbixin.

Facebook 17 sal berî niha wek toreke civakî li beşa navxe ya kolejeke Amerîkayê destpê kir û niha xwediya Instagram û Whatsappê ye jî.

Serepeyv