Cotmeh 28, 2021 12:20 Asia/Tehran
  • Sekreterê giştî yê NY derbar guherîna keşûhewayê serokên cîhanê hişyar kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwazê ji serkirdeyên cîhanê dike, bilez kar li ser guherîna keşûhewayê bikin û dest ji hemû wan gazên zerardar berdin, ku li jîngehê belav bûne.

Welatên G20 ku biryar e di 30 û 31ê Cotmeha îsal de li Romayê civîna xwe li dar bêxin, bi tenê berpirsyarin ji %75ê wan gazên jehirdar ku li cîhanê belav dibin.Vêca cîhan çav li rê ye ev grûpa derbarê guhertina keşûhewayê biryareke pratîk û cidî bide.

Antonio Gutteres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, dibêje, “Serkirdeyên G20 bi eşkereyî, divê sozên xwe cîbicî bikin. Dema dilxweşkirina dîplomasî biser çûye. Eger hikûmet û bi taybetî hikûmetên G20 sermeşq nebin bo birêvebirina vî hewlî, êdî em ber bi karesateke mirovî ve diçin. Lê hemû welat divê bizanibin ku awayê kevin ê şeweitandina karbonê bo pêşxistinê tê wateya cezaya mirinê bo aboriya wan û erda me.”

Ev bangewaziya serkirdeyên cîhanê di demekê de ye, ku raporteke Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide, eger karê ciddî li ser kêmkirina gazên zerardar neyê kirin, di vê sedsalê de pilaya germaya erdê digihê 2.7 pileya sîlîzî.

31ê Cotmeha îsal Civîna guherîna keşûhewayê li Glasgoya Scotlandayê tê lidarxistin, serokên welatan, serokên hikûmetan, zana û rêxistinên jîngehê pabendbûna xwe didin ku nehêlin pileya germaya erdê ji 1.5 CC ya  berî serdema sektora pîşesaziyê bilindtir nebe.

Serepeyv