Cotmeh 22, 2021 12:02 Asia/Tehran
  • Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê derbarê derewbûna îdiaya meyandina veşartî ya Uraniyûmê li Îranê mukur hat

Rêvebrê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di hevpeyîvînekê da got ku tu şehediyek ji meyandina veşartî ya Uraniyûmê ji aliyê Îranê va tuneye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Rafaêl Grosî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ku berbanga Înê di gel Navenda Stîmsonê (The Stimson) diaxivî, got: Hevdem di gel vêya ku tu nîşaneyek derbarê meyandina veşartî ya Uraniyûmê li Îranê tuneye, ez hemî mekanên ku ew li wir meyandina Uraniyûmê pêk tînin, raçav dikin.

Grosî gotûbêjên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di gel Îranê 'Gelekî dijwar' da zanîn, lê destnîşan kir ku ev gotûbêj tenha rê ji bo rakirina nakokiyan e.

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê roja Pêncşemiyê jî di hevpeyîvîna di gel Rojnameya Washington Post'ê tevî ragihandina vê yekê ku ew ê bi zûtî ji bo hevdîtina tev rayedarên Komara Îslamî, biçe Îranê, got ku çend hefteyên bê di diyarkirina vê yekê da ku gelo gotûbêjên Viyenê ji bo vejiyandina Lihevkirina Atomî bên destpêkirin, "Girîng" e.

 

 

Serepeyv