Cotmeh 21, 2021 18:25 Asia/Tehran
  • Li Nepalê ji ber barîna baranên tund û hezazê 77 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Nepalê ji ber barîna baranên zêde û lehî û hezazên pêkhatin 77 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya di çapemeniya Nepalê de cîh girtine, çend rojên dawiyê pêla baranên tund a li Hindîstan girte navxwe, li hin herêmên Nepalê jî girte navxwe û lehî û hezaz pêkhatin.

Wezareta Navxwe ragehand, di lehî û hezazên pêkhatine de 24 kes li Panchthar a sînorê Hindîstanê, 13 kes li Ilamê û 12 kes jî li Dotî ya li rojavayê Nepalê û bi giştî 77 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin ji ber wê karesatê 22 kes jî birîndar bûne û 26 kesên din jî winda ne.

Hat ragehandin li gelek herêmên welat karesat heye û di serî de bajarê Biratnagar, li gelek herêman zeviyên birinc di bin avê de mane, çem rabûne, pir, rê û mal di bin avê de mane û ziyan geheştiye wan.

Li bajarokê Baitadî yê li Rojavayê Nepalê ji ber wê karesatê gel asê maye û tê gotin dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Rayedarên hikûmetê ji bo malbatên ku merivên xwe di vê karesatê de winda kirine 700 dolar alîkariyê bikin.

Serepeyv