Cotmeh 21, 2021 00:08 Asia/Tehran
  • Li Hindîstanê hejmara kesên ji ber rabûna lehiyê jiyana xwe ji dest dane geheşt 85 kesan

Li du eyaletên bakur û başûrê Hindîstanê ji ber barîna baranên tund lehî rabûn û hejmara kesên ku ji ber van lehiyan jiyana xwe ji dest dane geheşt 85 kesan.

Li gor çapemeniya Hindîstanê li eyaleta Uttarakhand a li bakurê welat û li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindîstanê ji ber barîna tund lehî rabûn û di wan lehiyan de ziyanên canî û malî pêkhatin û ji gelek kesan jî agahî nayê wergirtin.

Wezîrê rêveberiya karestan a Uttarakhandê S A Murugehsan ragehand, li eyaletê ji ber barîna tund lehî rabû ku di encamê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheştiye 46 kesan.

Wî herwaha got, tîmên rizgar kirinê xebatên xwe berdewam dikin û heta niha 11 kesên ku ti agahî jê nayê wergirtin jî lêgerîna wan berdewam dike.

Herwaha li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindîstanê jî 39 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên vê eyaletê ragehand, 6 kesên din jî winda ne û lêgerîna wan jî berdewam dike.  

Serepeyv