Cotmeh 17, 2021 11:31 Asia/Tehran
  • Li Hindistanê ji ber barana tund 9 kes mirin û bi dehan kes jî winda bûn

Li eyaleta Kerala ya Hindistanê ji ber barana tund û zêde 9 kes mirin û bi dehan kes jî winda ne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîziyona Îranê, mexdûrên van baranan li du bajarên Iduki û Kotayam ên vê eyaletê qewimîn.

Xebatên rizgarkirinê didomin û ji xelkê hat xwestin ku îro an sibê neçin Perestgeha Sabarimala ya li herêmê.

Li ser daxwaza hukumeta eyaletê, artêş, hêzên deryayî û hewayî ji bo alîkariyê ketine dewrê.
Zanîngehên giştî yên dewletê, ku dihate plankirin ku di 18-ê Cotmehê de bêne vekirin, ji 20-ê Cotmehê pê ve bi du rojan dereng dest bi kar dikin.

Serepeyv