Li Komara Kongoyê ya Demokratîk pevçûn derket û 13 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329441-li_komara_kongoyê_ya_demokratîk_pevçûn_derket_û_13_kes_mirin
Li eyaleta Sud-Ubangi ya li bakurê rojavayê Komara Kongo ya Demokratîk, di navbera gelên xwecihî de pevçûn derket û 13 kesan canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2021 05:39 Asia/Tehran
  • Li Komara Kongoyê ya Demokratîk pevçûn derket û 13 kes mirin

Li eyaleta Sud-Ubangi ya li bakurê rojavayê Komara Kongo ya Demokratîk, di navbera gelên xwecihî de pevçûn derket û 13 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya di çapemeniya netewî ya Komara Kongo ya Demokratîk de cîh girtiye, li herêma Kungu ya ser bi eyaleta Sud-Ubangi di navbera du gelên xwecihî yên Lingotebe û Ngbanda de pevçûn derket.

Hat ragehandin pevçûn ji ber li hevnekirina erd derketiye û 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetir ji 50 malan hatine şewitandin.

Li rojhilat û bakurê rojavayê welat, piranî ji ber erd û çavkaniyên avê di navbera gelên xwecihî de pirsgirêk û pevçûn derdikevin.