Cotmeh 15, 2021 00:03 Asia/Tehran
  • Li Norwêcê êrişa bi kevanê wek êrîşek terorîstî hat îlankirin

Hêzên ewlekarî û îstîxbaratî yên Norwêcê ragihandin ku êrişa bi tîr û kevanê li welêt êrîşeke terorîstî ye.

Li gorî IRIB Newsê, servîsên ewlekarî û îstîxbaratî yên Norwêcê roja Pêncşemê ragihand ku êrîşa pê kevanê ya ku roja Çarşemî 13ê Cotmehê li nav supermarketa "Coop Extra" li bajarê Kungsber pêk hat, karekî terorîstî bû.

Polîsê Norwêcê ragihand ku bergumanê êrişa terorî zilamek 37-salî Danîmarkî ye ku 50 kîlometre dûrî paytext Oslo hatiye girtin.

Di êrîşa terorîstî ya li bajarê Kungsber de 5 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn, di nav wan de polîsek jî heye.

 

Serepeyv