Cotmeh 10, 2021 17:54 Asia/Tehran
  • Li Komara Kongo ya Demokratîk keştiyek noqî avê bû û 51 kes mirin, 70 kes winda ne

Li Çemê Kongo ji ber ku keştiyek noqî avê bû 51 kesan jiyana xwe ji dest dan û hat ragehandin ku derdora 70 kes jî bê ser û şûn bûne.

Li eyaleta Mongala ya li bakurê Komara Kongo ya Demokratîk, ji ber keştiyek noqî avê bû hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane hate ragehandin û ew yek bû sedem ku li welat hewayekî şînê çêbibe.

Berdevkê eyaleta Mongala Nestor Magbado ji ajansa AFPê re ragehand, piştî bûyerê xebatên lêgerînê de termê 51 kesan ji avê hatiye derxistin û derdora 70 kesan jî winda ne.

Herwaha ragehand, li cîhê bûyerê 39 kes jî bi selametî hatine rizgar kirin.

Magbado ragehand, em wisa fikir dikin ku bûyer ji ber zêdeyî pêwîst kes li wê keştiyê siwarbûne pêkhatiye.

Herwaha rayedaran ragehand, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, lê bi awayekî selamet rizgarkirina wan kesên winda gelek zehmet e û muhtemele jimara miriyan zêde bibe.

Rêveberiya eyaletê ji bo 3 rojan şîna giştî ragehand.  

Serepeyv