Li welatê Maliyê di encama êrîşekê de 9 leşker hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329285-li_welatê_maliyê_di_encama_êrîşekê_de_9_leşker_hatin_kuştin
Li hember karwanê leşkerên Malî êrîşek pêkhat û di êrîşê de 9 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 11 leşker jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2021 13:48 Asia/Tehran
  • Li welatê Maliyê di encama êrîşekê de 9 leşker hatin kuştin

Li hember karwanê leşkerên Malî êrîşek pêkhat û di êrîşê de 9 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 11 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Maliyê li ser tora xwe ya civakî ya Twitterê ragehand, nêzîkî bajarê Bandiyagara, ji aliyê grubên terorîst ve li hember karwanê leşkerî bi teqînan êrîşek pêkhatiye û di êrîşê de 9 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 11 leşker jî birîndar bûne û 3 wesayît ji kar ketine.

Di vê daxuyaniyê de hat gotin 15 terorîst jî hatine kuştin û 20 motorsîkletên wan jî dest li ser hatiye danîn.