Li Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 29 kesan canê xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i329282-li_nîjeryayê_di_êrîşên_çekdarî_de_29_kesan_canê_xwe_ji_dest_dan
Li eyaletên Zamfara û Katsina yên Nîjeryayê êrîşên çekdarî pêkhatin û 29 kesan canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2021 13:13 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de 29 kesan canê xwe ji dest dan

Li eyaletên Zamfara û Katsina yên Nîjeryayê êrîşên çekdarî pêkhatin û 29 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeyên di çapemeniya netewî ya Nîjeryayê de cîh girtin, kesên ku nasnama wan nediyar êrîş li herêma Kaura-Namonda ya ser bi eyaleta Zamfara pêkanîne û di êrîşê de 19 kesan canê xwe ji dest dane û gelek mal jî hatine şewitandin.

Herwaha li gor heman çavkaniyê li eyaleta Katsina jî li hember kesên ji mizgeftê vegeryane gulle li wan hatine rêşandin û 10 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Li eyaleta Zamfara 5 sal e di navbera qebîleyên ajaldar û qebîleyên cotkar de pevçûnên tund tên jiyan kirin.