Cotmeh 05, 2021 08:53 Asia/Tehran
  • Pentagonê lêkolînên xwe derbarê jikarketina torên civakî de dest pê kir

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji ber jikarketina torên civakî, dibe ku metirsiyeke ewlehiyê li pişt wê hebe û ji ber wê jî dest bi lêkolînê kir. Hin çavkaniyên din ên nûçeyan jî behsa hack kirineke mezin dikin.

Pentagonê ragehand, li ser gumana gef û metirsiyên ewlehiyê yên jikarketina torên civakî li cîhanê dest bi lêkolînê dikin.

Ev pêşketin berî çend saetan ji ber jikarketina torên civakî yên facebook, Instagram û tora peyvendiyan a Whatsappê li hemû cîhanê pêkhat.

Şîrketa Facebookê jî bi fermî jikarketina application a facebook, Instagram û Whatsapp ragehand. Herwaha Whatsapp û Instagramê di tora xwe ya civakî twitterê de jî jikarketina xwe ragehandin.

Ji aliyê din ve malpera ‘’Privacy Affairs’’ diyar kir ku zanyarî hene derbarê bûyerekê hackkirineke dîrokî û pir mezin de, ku dibe ku zanyariyên zêdetir ji milyarek û 500 milyon bikarînerên torên civakî yên facebookê hatibine hack kirin û nûçe jî hene derbarê bazarkirin û kirîn û firotina wan zanyariyan di torên veşartî de.

Serepeyv