Îlon 27, 2021 23:20 Asia/Tehran
  • Îtalya: Emê hikûmeta Talîbanê bi fermî nas nekin

Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi Di Maio roja Yekşemê dîyar kir ku ewê hikûmeta koma Talîbanê ya li Efganistanê bi fermî nas nekin.

Di vî halî de Di Maio bang li hikûmetên cîhanê kir ku alîkarîya gelê Efganistanê bikin û rê li ber pêla koçberîyê ya dikare jiber aborîyê çêbe, bigirin.

Serokatîya demkî ya salane ya G-20 di destê Îtalyayê de ye û ew hewil dide ku ser Efganistanê civîneke taybet çêke.

Di Maio, ku hefteya borî li New Yorkê di civîna wezîrên derve yên G-20 de serokatî kiribû, dîyar kir jiber ku di nav wezîrên Talîbanê de ‘’17 terorîst hene, ew mafên keç û jinan binpê dikin’’, ew nikarin wê hikûmetê bipejirînin.

Herwaha da zanîn ku divê gelê Efgan piştgirîya aborî bistîne û rê li ber pêla koçberîyê ya bê kontrol bigire.Wezîrê Îtalî got ku wan biryar daye parçeyekê alîkarîyê bo berevanîya keç û jinan xerc bikin.Derbarê civîna li ser Efganistanê jî, Di Mao da zanîn ku dema û roja wê dê di hefteyên pêş de diyar bibe.

Serepeyv