Îlon 24, 2021 18:29 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Talîban û Rûsya serdana şandeyeke Talîbanê ji Moskowayê re nîqaş dikin

Çavkaniyekî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê eşkere kir ku Moskow û Kabul li ser îhtîmala serdana şandeyeke hikumeta Talîbanê ji Rûsyayê re gotûbêjê dikin.

Li gorî tora El-Eyn wezîrê çand û ragihandinê ya Koma Talîban Zebîhullah Mucahid got Kabul hewl dide peywendiyan bi Rûsyayê re çêke.

Têkildarî îhtîmala serdana şandeyeke hikumeta Talîbanê ji Moskowê re di demeke nêz de, Mucahid got: “Helbet em li benda vê serdanê ne. Tu pirsêk li cem me tune ye. Em dixwazin têkiliyên li ser astên payebilind bi hikumeta Rûsyayê re ava bikin. Rûsya dewleteke cîran a girîng e. Wê rojekê têkiliyên xurt di navbera Kabul û Moskowê de ava bibin.”

Wekîlê Wezareta Çand û Ragihandinê got di wê baweriyê de ye ku Rûsya rola navbeynkariyê di navbera Kabul û Neteweyên Yekbûyî de bilîze da ku mijarên nakok werin çareserkirin.

Berî niha Talîbanê ji Rûsyayê alîkarî xwestibû ku rê li ber veguhastina narkotîkan ji Efganistanê bigire.

Koma Talîbanê her weha diyar kiribû ku berfirehkirina têkiliyên bi Çîn, Rusya û Pakistan re di nav  pêşengên siyaseta me ya derve ye.

Di 15`ê Tebaxê de bi derketina serokê berê yê Efganistanê Eşraf Xenî ji welêt re, tevgera Talîbanê Efganistan kontrol kir û derbasî Kabulê bû. Dûre Talîbanê ji bo birêvebirina welêt hikumeteke demkî ava kir.

Serepeyv