Îlon 18, 2021 17:36 Asia/Tehran
  • Amerîka îtiraf kir ku di êrîşa wê ya nêzîk balefirgeha Kabulê de 10 kesên sivîl hatin kuştin

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê McKenzie îtiraf kir ku roja 29ê Tebaxê êrîşa esmanî ya Amerîkayê nêzîkî balefirgeha Kabulê bû sedem 7 zarok û bi giştî 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest bidin.

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê encama lêkolîn û lêpirsîna li ser êrîşa nêzîk balefirgeha Kabulê ragehand.

Dema berdevkê wezareta berevaniya Amerîkayê John Kirby civîna çapemeniyê ya rojane pêktanî de bi rêya vîdyo konferansê ve McKenzie beşdarî wê civîna çapemeniyê bû û ragehand: Di wê êrîşa tê gotin de em geheştin wê encamê ku, 7 jê zarok 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Herwaha ew wesayîtên ku armanca wê êrîşê bûn û kesên têde ti peyvendiya wan bi DAIŞê re tinebûn û ew ji bo hêzên Amerîkayê rasterast metirsî nebûn.

McKenzie ji malbatên wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û got: ''Ew êrîş ji bo parastina hêzên me û ew sivîlên ku me derdixistin pêşîgirtinbû ji metirsiyê ango ji bo asteng kirina metirsiyê bû. Lê ez ji dil lêborîna xwe dixwazim. Wek fermandar hemû berpirsyariya wê ez digrim ser xwe.''

Hêjayî gotinê ye ku ji dema hebûna têkçûyî ya leşkerî ya Amerîkayê li Efganistanê û derketina bi rûreş a hêzên Amerîkî ji Efganistanê, Waşîngton gelek cinayet û sûcên şer li vî welatî kirine ku ji kesî nayê veşartin, bi sed hezaran mirovên bêguneh kuştine, êrîşî dawetan, dibistanan, zanîngeh, nexweşxane û mizgeftan kirine û xelkê sivîl kuştine.

Serepeyv