Îlon 18, 2021 15:42 Asia/Tehran
  • Li Kabulê du teqîn pêk hatin

Dezgehên çapemeniyê, îro ragihandin ku li paytexta Efganistanê Kabul 2 teqîn pêk hatin. Di encamê de 3 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa Novostiyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî hêzên ewlekariyê yên Kabulê li paytextê 2 teqîn pêk hatin.

Heman çavkanî got teqîna yekem li herêma Deştî Biraşî pêk hat ku di encamê de birîndar çêbûn. Teqîna duyemîn jî li herêma Îrfanî Hargoti bû lê agahiyên der barê encamên wê de nehatin bidest xistin.

Li gorî agahiyên ku tora Russia Today ragihandine, di encama teqîna yekem ku li herêma Deştî Biraşî qewimiye 3 kes hatine kuştin û nêzî 18 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv