Despêbûna Civîna Bîst û Yekemîn a Rêxistina Hevkariya Şanghayê bi beşdariya Îranê
Îlon 17, 2021 12:12 Asia/Tehran
Civîna Bîst û Yekemîn a Rêxistina Peymana Hevkariya Şanghayê îro bi beşdariya serokên 12 welatên endamên vê Rêxistinê û endamên çavdêr li paytexta Tacîkistanê bajarê Duşenbê despê bû.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî jî di vê civînê de beşdarî kiriye. ji bilî serokomarê Tacikistanê, civîn bi beşdariya serokên Qirqîzistan, Qazaqistan, Belarûs, Pakistan, Turkmenistan û Ozbekistanê, û serokên Rusya, Çîn, Hindistan û Mongolistanê jî bi serhêl(Online) beşdarî civînê bûn.
Ev civîn bi axivtina serokomarê Tacîkistanê Îmamelî Rehman despê kir ku nûçeyên zêde di vê barê de wê bi zûtî werin weşandin.