Îlon 11, 2021 11:55 Asia/Tehran
  •  Rûsya: Em hêvî dikin Talîban dawî li madeyên hişber bîne

Nûnerê Daîmî yê Rûsya yê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya ragihand; ew hêvî dikin, hikûmeta nû ya ku Talîbanê ava kiriye, dawî li gefa madeyên hişber bîne.

Li gorî nûçeya BasNewsê, Vasiliy Nebenzya roja 9ê Îlona 2021ê di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de diyar kir: “Hîn jî Efxanistan çavkaniya herî mezin a efyonê ye li cîhanê û yek ji sê wîlayetên Efxanistanê efyon berhem tînin.”

Nebenzya destnîşan kir: “Me gelek caran behsa vê metirsiyê kiriye, lê belê daxwaz ji bo bihîstina vê rastiyê nebûye, tiştê ku me nîgeran dike, di rapora Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres de ev mijar nehatiye behskirin.”

Wî her wiha got: “Mixabin hikûmeta berê hewldaneke mezin neda ji bo nehiştina vê metirsiyê û her ku diçû asta çandin û berhemanîn madeyên hişber zêdetir dibû. Loma em hêvî dikin, desthilatdarên nû yên Efxanistanê dawî li vê pirsgirêkê bînin.”

Serepeyv