Li Endonezyayê di girtîgehekî de şewat derket û 41 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i328742-li_endonezyayê_di_girtîgehekî_de_şewat_derket_û_41_kes_mirin
Li girtîgeha Tangerang a derveyî paytexta Endonezyayê Cakartayê şewat derket û 41 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 08, 2021 13:52 Asia/Tehran
  • Li Endonezyayê di girtîgehekî de şewat derket û 41 kes mirin

Li girtîgeha Tangerang a derveyî paytexta Endonezyayê Cakartayê şewat derket û 41 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Daîreya Girtîgehan a ser bi Wezareta Mafê Mirov û Huquqa Endonezyayê Rîka Apriant ragihand, girtîgeha mehkûmên  ji ber madeyên hişber ceza xwarine ya Bloka C de şewatê destpê kiriye û derveyî 41 girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane 39 girtî jî birîndar bûne.

Şewata ku şev di navbera saet 01:00 û 02:00yê de derketiye de agir hemû hat kontrol kirin û ji bo kontrol kirina girtîgehê jî bi sedan leşker û polîs çûn herêmê.

Sedemê şewatê hîn nayê zanîn.