Îlon 08, 2021 17:43 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Îtalya û serokomarê Çînê li ser Efxanistanê axifîn

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Çînê Xi Jinping û Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi bi rêka telefonê ser kêşeyên Efganistanê axifîn.

Reutersê dîyar kir ku Jinping û Draghi di ser Hevcivîna G20 re, ku dê di meha pêş de li Romayê li dar keve, bo hevkarîya Çîn û Îtalya bipeyivin.

Medya fermî ya Çînê, Xinhua ragihand ku Jinping dê piştgirîya hewildanên bo serketina hevcivînê bike û hêvî dike ku Îtalya dê di pêşdebirina peywendîyên Çîn û Yekîtîya Ewrupa (YE) de roleke aktîf bilîze.

Draghi hewil dide ku piştî civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku dê di 30’yê Îlonê de bi dawî bibe, hevcivîneke demkî ya G20 ya ser Efganistanê çêke.

Ofîsa Draghi û Xinhua, di daxuyanîyên xwe de behsa hevcivîneke wisa nekirine, lê Draghi ser wê planê danûstandinên bi rêberên G20 re didomîne.

Serepeyv