Îlon 05, 2021 13:16 Asia/Tehran
  • Axaftina Mesûd û dîlgirtina bi sedan endamên Talibanê li Pencşêrê

Bereya alîgirê Ehmed Mesûd kurê Ehmedşah Mesûd qehremanê neteweyî yê Efxanistanê di Geliyê Pencşêrê tevî ragihandina dîlgirtina hezar endamên Talibanê, qala axaftina îro ya Mesûd li nav koma dîlên Talibanê kir.

Li gorî rapora ajansa Dengê Efxan (AWA), Çavkaniyên xwecihî li parêzgeha Pencşêrê ragihand ku heta çend saetên din, Ehmed Mesûd rêberê bereya Têkoşeran li Pencşêrê dê li koma zêde ji 1000 dîlên Talibanê, helwêstên dijberên çekdar şirove bike.

Mijara axaftina Ehmed Mesûd êrîşên vê dawiyê û xenîmetên bidestketî ji Talibanê ye.

Ji aliyê din va, belal Kerîmî Berdevkê Talibanê ragihand ku Wolswaliyên Xinc û Enabeyê li Pencşêrê ketine destê vê komê.

Ajansa Sputnikê êvara Îniyê ragihandibû ku parêzgeha Pencşêrê bi tamî ketiye destê Talibanê, lê Ehmed Mesûd di twîtekê da gotegota ketina Pencşêrê û revîna xwe derew zanî û ew nûçe ji aliyê medyayên pakistanî va da zanîn.

 

Serepeyv