Berdevkê Hêzên Ehmed Mesûd, Elî Nîzarî got, Hêzên wan bi berxwedana xwe ji sedî 60-65 ji axa Pencşêrê xistin bin koPencşêrntrola xwe.
Koma Talibanê kontrolkirina tevahiya Wilayeta Pencşîrê ragihand û Bereya Ehmed Mesûd vê yekê red dike û dibêje, şer û berxwedan li Pencşîrê hêj berdewam e.
Bereya alîgirê Ehmed Mesûd kurê Ehmedşah Mesûd qehremanê neteweyî yê Efxanistanê di Geliyê Pencşêrê tevî ragihandina dîlgirtina hezar endamên Talibanê, qala axaftina îro ya Mesûd li nav koma dîlên Talibanê kir.
Berxwedêrên li Pencşêr Pencşêrê ragihand ku wan êrişeke mezin a koma Talîbanê têk biriye û di encama wê de 115 endamên Talîbanê hatine kuştin, 200 endamên wê birîndarên bûne û 35 endamên wê jî dîl girtine.
Koma Talîban duh ragihand ku hêzên wê Wilayeta Pencşêr dorpêçe kiriye. Berdevkê Talîbanê jî li ser mayîna hêzên Amerîkayê li Efganistanê hişyarî da.