Îlon 02, 2021 23:50 Asia/Tehran
  • Di encama berxwedana li ber êrişa Talibanê de li Pencşêrê 115 endamên vê komê hatin kuştin

Berxwedêrên li Pencşêr Pencşêrê ragihand ku wan êrişeke mezin a koma Talîbanê têk biriye û di encama wê de 115 endamên Talîbanê hatine kuştin, 200 endamên wê birîndarên bûne û 35 endamên wê jî dîl girtine.

Berxwedêrên li Penşêrê yên li dijî tevgera Talîbanê bi serkêşiya Ehmed Mesûd, duh ragihand ku di encama şerê bi koma Talîbanê re 115 endamên vê komê hatine kuştin, 200 endamên din birîndar bûne û 35 jî dîl hatine girtin.

Berdevkê eniya Berxwedana Nîştimanî ya Efganistanê li wîlayeta Pencşêrê Fehîm Deştî got bersiva êrişeke mezin a Talîbanê ya li ser wîlayetê hate dayîn û diyar kir ku hêzên berxwedanê wesayetên zirxî û topên tevgerê rûxandine.

Ev yek piştî ku Talîbanê duh ragihand ku ew li herêma Pencşîrê (bakurê rojhilatê Kabulê) ku di bin kontrola hêzên eniya Berxwedana Nîştimanî de ye bi pêş ve diçe, pêk hat.

Serepeyv