Îlon 02, 2021 12:08 Asia/Tehran
  • Di ketina helîkoptera Artêşa Amerîkayê de 5 kes bê ser û şûn bûn û 6 kes jî birîndar

Rayedarên leşkerî yên Amerîkî roja Çarşemê dibêjin: Rojek piştî ketina helîkoptereke Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li peravên Kalîforniya Başûr, xebatkarên rizgarkirinê hîn jî li 5 kesên bêserûşûnbûyî digerin.

Helîkoptereke ser bi hêzên esmaniya Amerîkayê nêzîkî California ket û xebatên rizgar kirin û lêgerînê ji bo balefirvanan û lêniştiyên bê serûşûnbûyî destpê kiriye.

Li gor daxuyaniya ji medya civakî ya hêzên Pasîfîk ên Amerîkayê, helîkoptera bi cureya MH-60S li gor saetên herêmî 16:30ê ji bo firîna xwe ya rutîn bike ji keştiya balefiran a USS Abraham Lincoln rabûye û piştî demekê 110 kîlometran nêzîkî bajarê San Diego ya girêdayî eyaleta California, ket oqyanûsa Pasîfîk.

Tê gotinê ji ber ketina vê Helîkopterê 5 kes bê serûşûn bûne û kes jî birîndar bûne.

Serepeyv