Tebax 24, 2021 09:28 Asia/Tehran
  • Koma Talîbanê wilayeta Pencşêr dorpêç kiriye

Koma Talîban duh ragihand ku hêzên wê Wilayeta Pencşêr dorpêçe kiriye. Berdevkê Talîbanê jî li ser mayîna hêzên Amerîkayê li Efganistanê hişyarî da.

Koma Talîbanê duh ragihand ku wê Wilayeta Pencşêr dorpêç kiriye û li bendê ye ku bi awayekî aştiyane derbasî wir bibe.

Talîban li ser hesabê xwe yê twitterê bang li rayedarên herêmî kir ku herêmê radestî wê bikin û ew dixwaze bê şer aloziyê çareser bike.

Pencşêr yekane wilayet e ku ne di bin kontrola Talîban de ye, fermandarê leşkerî Ehmed Mesûd kurê Ehmed Şah Mesûd bang li Talîban kir ku beriya bikeve Pencşêr dest bi danûstandinan bikin.

Ji aliyê din ve jî, yek ji berdevkên Talîbanê Suhêl Şahîn got 31`ê Tebaxê "Xeta sor" a vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efganistanê ye û diyar kir ku dirêjkirina vê demê tê wateya berdewamkirina dagirkeriyê.

Serepeyv