Fransa: Em Talibanê bi fermî nas nakin
Wezîrê karên derve yê Fransayê aşkira ragihand ku tevî ku welatê wî li dû hevkariya tev Mosko, Têhran û Pikenê jibo çaareserkirina kêşeya Efxanistanê ye, lê desthilata Talibanê bi fermî nas nake.
Li gorî rapora Fars Newsê, Jan Îvê Lodiriyan roja Yekşemiyê di hevpeyîvîna bi kovara Dîmanşê derbarê helwêsta Fransayê derheqê desthilatdarbûna Talibanê li Efxanistanê, got: "Gelo ez desthilata Talibanê ku welat (Efxanistan) bi zor dagir kiriye bi fermî nas bikin? Derbarê vê pirsê, ez aşkira bersiv didim: Na".
Wezîrê karên derve yê Fransayê derbarê meyla Fransayê jibo hevkairya tev dewletên Îran, Rûssiye û Çînê jibo çareserkirina pirsgirêka Efxxanistanê got: "Meseleya çareserkirinê (Efxanistan) hewcetî bi çarçovên wêdatir ji Koma 7û NATO'yê heye, loma Rûsiye, Îran û Çîn dikarin di vê însiyatîvê da beşdar bibin û ev yek ji hegerên gotûbêja roja Pêncşemiyê ya Mekron û Pûtîn, serokomarê Frans û Rûsiyê bû.